
Berdevkê Wezareta Tendirus a rejîma Îranê, Kiyanûş Cehanpûr, daye zanîn ku ji duh heya îro nîvro roja Şemî 9`ê Xakelêwe ya 1399`an ve 3076 kes di Îranê de tûşê vîrûsa Koronayê bûne û bi giştî 35408 kes tûşê Koronayê bûne.
Herwisa navbirî daye zanîn, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 139 kes bi sedema “COVID 19”ê canê xwe ji dest dane û heya niha bi giştî 2517 kes bûne qurbanî.
Heya niha di Îranê de nêzî 472 kadrên dermanî tûşê Koronayê bûne û 43 kadrên dermanî jî canê xwe ji dest dane.
Ew amarên rejîma Îranê dûr ji rastiyê ne û rejîm amarên serast belav nake.
Li Îtaliyayê di heyama 24 demjimêran de nêzikî 1000 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan. Bi giştî 9 hezar û 134 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Heta niha di Îtaliyayê de 86 hezar û 500 kes li seranserê wî welatî tûşî vîrûsa Koronayê bûne.
Di Amerîkayê de 100 hezar kes bi vîrûsa Koronayê ketine û hejmara miriyan jî gihişt 1536 kesan.