
Korona her roj canê sedan kes di Îranê de digre, di vê derheqê de îro roja Pêncşemî Cihgirê Tendirustî yê Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê Elîriza Reîsî, daye zanîn ku, hejmara tûşûyên Koronayê di Îranê de gihaye 18 hezar û 407 kesan û hejmara qurbaniyên Koronayê jî gihaye bi 1284 kesan.
Demjimêrek berê axavtinên Cihgirê Tendirustî yê Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê, Kîyanûş Cehanpûr, Berdevkê Wezareta Tendirûsî ya rejîma Îranê, dabû zanîn ku di her 10 xûlekan de kesek bi sedema Kornayê canê xwe ji dest dide.
Ji aliek din ve jî, Cihgirê Wezîrê Tendirusî ê rejîma Îranê, Îrec Herîrçî, dabû zanîn ku di her demjimêrekê de 43 kes bi sedema Koronayê canê xwe ji dest didin.
Bi wî awayî derikeve ku ew amarên dûr ji rastiyê ku berpirên rejîmê belav dikin rast nînin û direw in.
Herwisa hejmarek bi nav nûnerên meclîsa rejîmê û nûnerê Saziya Tendirusî ya cîhanê ku çûbû Îranê û Mihemedriza Zeferqendî, Serokê Saziya Nizama Pizîşkî ya Îranê, dane zanîn ku ew amarên Wezareta Tendrustî ya rejîma Îranê belav dike serast nînin û gelek kêmtir ji hejmara rastî ne.