Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amarên zarokên kar li Îranê bilind dibin

13:30 - 20 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Amarên belavbûyî, yên navenda amara Wezareta Kar ya rejîma Îranê bas ji bilindbûna zêdebûna amarên zarokên Kar dikin.

Li gorî amarên herî nû yên belavbûyî, yên navenda amar û zanyariyên Wezareta Kar ya rejîmê, di Îranê de, 449 hezar zarokên kar hene ku, %14 ji bi şûxlên giran û metirsîdar mejûl in.

Amarên vê navendê taybet in, bi salên 1394`an heya 1396`an, ku niha hatine belavkirin, û li gorî vê amarê di sala 1396`an de, liçav sala 1395`an, asta zarokên kar %11.5 ji di berhevdana digel sala 1394`an, de %10.2 ji zêdekiriye.

Li gorî raporên belavbûyî, temenê van zarokan di navbera 5 heya 17 sal de ne, ku, mejûlî karên metirsîdar in.

Her di vê derheqê de, berpirsekî saziya Bêhzîstî ragihandiye ku: Di 6 mehên destpêka sala 1397`an, 8 hezar û 500 zarokên kar û zarokên li ser şeqaman di Îranê de hatine naskirin.

Bilindbûna amarên zarokên kar di Îranê de, hevdeme digel bilindbûna asta zarokên ku di nav paşmav û kirsên malan de digerin, da ku dahata jiyana xwe dabîn bikin û karên wiha di pirraniya deman de, birîndarbûna zarokan lipey xwe hedibe.

Berpirsên rejîmê li hemberî arîşeyên micid yên civakê ku rengê kirîzê ji xwe ve girtiye bêdengin, tu rêçareyek bo çareserkirina pirsa aboriya welat diyarî nakin, û di vê navberê de, zarok mezintirîn û serekîtirîn qurbaniyên arîşeyên civakê tên hesabkirin.