
Kurdistanmedia: Amedebûna wênegêrên jin di dema hînkirina lîstikivanên topa pê ya mêran di Îranê de qedexeye.
Roja Înê 7`ê Hezîrana 2019`an, “Perto Coxtayî” wênegêr û Nûçegihana sporê, bi weşana wêneyeke xwe di torên civakî de ku pêwendî bi yekemîn car amadebûna wê di nav dewrên hînkirina lîstikivanên mêr yên topa pê yên Îranê ye nivîsiye: Ew yekemîn carbû ku ji min re îzin dabûn da ku ez weke wênegêrekê li dewra hînkirina lîstikivanên mêr yên topa pê yên Îranê wêneyan bigrim, û ez gellek kêyfxweş bûm, û min fikir dikir ku bûyerên baş û heyrî mayî di rê de ne, lê hêşta salek derbas nebû em çûne ser mala xwe ya berê û dîsan amadebûna wênegêrên jin di dema hînkirina lîstikivanên mêr yên topa pê li Îranê hate qedexekirin.
Berpirsên rejîma Îranê ku, berdewam di axavtinên xwe de, bas ji mafê wekhevî dikin, lê, bi kiryar her tişt berevajiye û bi hemû awayî mafê jin di hemû parekê de binpê dikin, dli Îranê jin nikare bi tu awayî bo temaşekirina topa pê ya mêran, di îstadiyûman de amade bin û herwisa li dawet û sînemayan de jî nikarin tevlî mêran bin, û ji aliyeke din we jî, heya nikarin wekî wênegêr û Nûçegihanekê jî, di îstadiyûman de amade bin.