Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka 10 miliyon Dolar bo peydakirina cihê terorîstên Hizbullahê diyarî kiriye

13:49 - 31 Adar 2021

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku 10 miliyon Dolar bo peydakirina cihê terorîst “Selîm Cemîl Îyaş” wekî xelat nîşan kiriye.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku terorîst “Selîm Cemîl Îyaş” ser bi Hizbullaha Lubnanê di hewl de ye ku zirarê li Artêşa Amerîkayê bide.

“Îyaş” meha Gelawêja sala derbasbûyî bi tawana terora “Refîq Herîrî” Serokwezîrê berê yê Lubnanê tawanbar û ji aliyê dadgeha navnetewî ve bi girtina heta hetayî hate mehkûmkirin.

Herwisa “Cemîl Îyaş” bi çendîn tawanên din yên wekî “pilan, karên terorîstî, kuştina bi zanebûn a Herîrî û 21 kes ji hevalên wî û kuştina 126 kesên din hatiye tawanbarkirin.