Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka 5 Keştîvanên neftêkêşî yên Îranê tehrîm kirin

13:32 - 25 Hezîran 2020

Amerîka navên 5 keştivanên nefkêşî yên rejîma Îranê ku bo Vênzoêlayê benzîn biribûn xistine di nav listeyê tehrîman de.

Roja Çarşemî, 24ê Hezîranê, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, 5 keştîvanên rejîma Îranê yên neftkêşî ku bo Vênzoêlayê benzîn biribûn tehrîm kirin û herwisa “Mike Pompeo” bas kiribû, ku ew 5 kes, keştîvanên wan gemiyên neftkêşî bûne ku bo Vênzoêlayê benzîn û berhemên kîmyayî bona bikarxistina palavtingehên Vênzoêlayê birine.

Pêka rapora Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, “Eli Danayî Kinarserî û Muhsên Goherdêhî” bi hegera binpêkirina tehrîmên Amerîka ya li ser “Kompaniya Keştîranî ya rejîma Îranê” û “Elîriza Rehnewerd, Riza Wezîrî û Hemîdriza Yehyazade” bi hegera binpêkirina tehrîma “Kompaniya Millî ya Neftkêşên Îran”ê, li tehrîmên Amerîka hatine zêdekirin.

Hevdem Wezareta Xezînedarî ya Amerîka, listeyek ji 4 kompanî û 4 neftkêşên girêdayê wan Kompaniyan ve belav kiriye ku, bi hegera veguhastina nefta Vênzoêlayê, bi lîsteyê tehrîman zêde kirine.

Di vê derheqê de, di 13ê Cozerdanê de, “Mikê Pompeo” bas kiribû ku 4 kompanî ku di ticareta nefta Vênzoêlayê de alîkarî kiribûn tehrîm kirine.