
Wezareta Dad a Amerîka 7 milyon Dolar ji perê zevtkirî yê rejîma Îranê li Amerîka, radestî sindoqa qurbaniyên terorîzmê kir û ew pere ji hisabeke 1 milyard Dolarî ya perê zevtkirî yê rejîma Îranê hatiye rakirin.
Roja Sêşemî 5ê Kanûna Paşîn, Destyarê demkî yê Dadsitanê Giştî yê Amerîka, “David Burns” ragihand: “Pereyê ku hatiye zevtkirin bona dan bi bikerên cinayetkar hatibûne terxan kirinê ku di pîlaneke aloz de dixwestin dorpêçên Amerîka li ser rejîma Îranê ku mezintirîn piştevanê terorîsma dewletî ye, binpê bikin”.
Pêka daxuyaniya Wezareta Dad a Amerîka, bikerên fitneçî, 3 kesên Îranî û kesekî Amrîkayê bûn ku ji sala 2011an heta sala 2014an bi çandina belgeyên sexte bo bankên Koreya Başûr, nêzî 1 milyard Dolar ji perê Îranê ji Koreya Başûr bo bazara malî a cîhanê veguhastibûn.
Perê rejîma Îranê li Koreya Başûr de hatiye zevtkirin û rejîma Îranê çendîn cehd bo vergirtina wî pereyî kiriye heta di dawiyê de gemiyeke Koreya Başûr ku hilgirê madên kîmiyayî bûye di kendavê de bidize û zevt bike ku bi wî awayî bikare perê xwe ji wan bistîne.