Wezareta Bazirganiya Amerîkayê roja Înê 18ê Pûşperê ragihandiye, 34 şîrket ku 8 ji wan alîkarî bi berfirehkirina bernameyên leşkerî ya rejîma Îranê dikirin, xistine di nava lîsteya dorpêçan de.
Di rapora Wezareta Bazirganiya Amerîkayê de hatiye ku 14 kompaniyayên Çînî bi sedema vê yekê ku di biçavkirin û binpêkirina mafê “Uyxuran, Qezaq, û kêmîneyên Musilman”ên wî welatî de alîkariya welatê Çînê dane, hatine tehrîmkirin.
Wezareta Bazirganiya Amerîkayê ragihandiye, ku ew şîrketane bi sedema beşdarî yan hevkarî digel wan çalakiyane ku dijî siyaseta derve û berjewendiya ewlehiya nîştimanî a Amerîkayê ne xistine nava lîsteyê dorpêçan.
Ew 34 şîrketane ku hatine tehrîmkirin, 23 şîrket ji Çînê û 6 ji Rusiyê û 2 ji Kanadayê û herwisa çendîn şîrket jî Îranê, Lubnan, Holend, Pakistan, Singapor, Koriya Başûr, Taywan, Turkiye, Îmarat û Birîtaniya li xwe digire.
Ji wan 8 şîrketan ku pêwendî digel bernameya lêşkeriya Îranê hene û hatine tehrîmkirin, tenê yek ji wan ya bi navê “Şîmî Têbî Sîna” bi berpirsayetiya “Peyam Nebewî” di navxweyê Îranê de ne.
Ew dorpêçane di halekê de ne ku rejîm hemû hewla xwe dide ku bikare di gotûbêjên Viyenê de dorpêçên Amerîkayê li ser xwe rabike.