
Wezareta Xezînedariya Amerîka 8 şirket ku binkeyên wan di “Îran, Çîn û Sengapûr”ê de ne bi sedema bazirganiya berhemên petrokîmiya rejîma Îranê, xistine nav lîstê dorpêçan.
Roja Pêncşemî, 29ê Çirriya Pêşîn, Wezareta Xezînedariya Amerîka 8 şirket ku bi rêya şirketa “Triliance Petrochemical ”ê an bi alîkariya wê şirketê, bazirganiya berhemên petrokîmiyê digel Îranê kirine, xistine nava lîstê dorpêçan, şirketa “Triliance Petrochemical Co” jî li demsal a zîstana sala derbasbûyî ji aliyê Amerîkayê ve hatibû tehrîmkirin.
Wezareta Xezînedariya Amerêka, tekezî kiriye ku pîşeya petrokîmya Îranê hêj yek ji çavkaniyên stratejîk ya dahatê bo rejîma Îranê tê hisabê ku bona çalakiyên çêkirina aloziyan di deverê de ji aliyê rejîma Îranê tê bikaranîn.
Neft û berhemên neftî yên rejîma Îranê bi sedema dorpêçan bi nirxekî kêm di bazarên neftê, tê firotin ku xwaziyarên wê nefta qaçax pitir Çîn, Vênêzoêlla û Sûriye ne, lê hêj xuya nîne ku rejîma Îranê di hember de ti pereyek bo xezîneya xwe verdigere yan na? piraniya wan dahatan bê tomarkirin bona afirandina fitne û alozîxistin di cîhanê de ji aliyê rejîma Îranê ve têne xerckirin.