
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî di gotûbêjekê de got: Rêberên rejîma Îranê, terorên ku, li Ewropayê de tên encam dan agehdarin, û îzin didin ku, ew kiryarên terorîstî wir bên encam dan.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, “Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî, di konferanseke rojnamevanî de got: Hewla rejîma Îranê bo encamdana kiryarên terorîstî di Ewropayê de berdewame, û hemû rêberên rejîma Îranê nemaze Hesen Rohanî ku, serkomarê wî welatiye, îzinê didin da ku ew kiryarên terorîstî bên encam dan.
Herwisa navbirî got: Min gellek caran jî gotiye ku, gefên rejîma Îranê çi ne, û gef gellek zêde ne, û daxwaz ji rejîma Îranê kiriye da ku, reftarên xwe weke welatên din asayî bike.
“Mik Pompeo”: Em di gel hemû hevpeymanên xwe kar dikin, da ku gefên rejîma Îranê bê bandor bikin, û herwisa em ji aliyekî din ve jî, hin çalakiyên din di vê derheqê de encamdidin, û dorpêçan disepînin, da ku rejîma Îranê bo encamdana kiryarên wiha, tu çavkaniyek berdest nebe.
Roja Pênçşemî 8`ê Xakelêweyê(28`ê Adarê) “Mik Pompeo” Wezîr Karê Derve yê Amerîkayî di gotûbêja derheq fikr û ramanên 2019`an digel Navenda “National Review” de got, ku rejîma Îsalmî a Îranê mezintirîn gefe li ser aramî û ewlehiya deverê, û Wezareta Karê Derve a Amerîkayî jî bo kêmkirina hêza vê rejîmê bo afirandina alozî û arîşeyan di deverê de, bernemeyên mezin bi alîkariya Wezareta Xezînedarî û herwisa Wezareta Berevaniyê a wî welatî rêkxistine.