Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka amadekariyên rûbirûbûna lihemberî tunditirîn dijmnê xwe dike

12:50 - 20 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Seroka Saziya Îtila`ata Navenda Amerîkayê got: Amerîka xwe bo rûbirûbûna lihemberî tunditirîn dijmnê xwe amadekariyan dike.

Roja Pênçşemî 29`ê Xakelêweyê (18`ê Nîsanê) “Gina Haspel” seroka Saziya “CIA” a Amerîkayê di axavtina xwe ya di zanîngeha “Ebern” a herêma “Alabama” yê de,îlankir ku, , piştî derbazbûna heyama çendîn salan, sermayedanîna saziya “CIA” ya derheq karûbûrên Komara Îslamî a Îran û Rûsiyayê de, bihêz bûye.

 Her di vê pêwediyê de, wê berpirisa Amerîakyê got: Em hîn bi tundî çavdêriya rêxistinên mîna “DAIŞ” û “El- Qa`îdê” dikin, lê çavdêrî û çavkaniyên “CIA” li ser reqîbên xwe ku di rêzbenda Dewlet û neteweyan dene zêdetire.

“Gina Haspel” di berdewamiya axavitina xwe de got: Eva ku Saziya “CIA” bo berxwedanî li hemberî eva ku navbirî van wekî tunditirîn dijmnê Amerîkayê binavkiriye, dem, pere, û afirandineke zêdetir wê bikar bînin.

Herwisa wê berpirsa Amerîkayê zêde jî kir ku, Saziya “CIA” a Amerîkayê, wê ji fenaweriyên herî nû û pêşkevtî, bo bertekên bilez derheq guherînên cîhanî de yên wekî, ji holê rakirina saziyeke terorîstî ku, pêş vê ku bikare mezntir û berfirehtir be mifahê jê verbigire.