Serkomarê Amrîka “Joe Biden” ragihandiye ku amadeyê danûstandinan li ser bernameya navikî digel rejîma Îranê ye lê, dibe li hember rola Îranê di afirandina aloziyan de rawestin û heta amadebûna Îranê, ti pêngaveke din hilnagire.
Roja Înê 19ê Şibatê, Serkomarê Amerîka “Joe Biden” li civîna ewlehî ya li bajarê “Monix”a Alamaniyayê tevî îşarekirin bi amadebûna Amerîkayê derheq hevkarîkirin digel Ewropayê bona zindîkirina girêbesta “Bercam”ê ragihand, ku em bona danûstandinan digel Tehranê amade ne, û hevdem emê dawî bi kiryarên alozker ên rejîma Îranê di deverê de bînin.
Herwisa di wê derheqê de, berdevka Koşka Sipî “Jen Psaki” ragihand: “Heta danûstandinên hevpar digel Ewropayê neyêne kirin, Amerîka paşekêşî ji mikanîsma maşe nake”.
Rejîma Îranê pêdegirî li ser wê mijarê dike ku heta dorpêçên aborî li ser Îranê neyêne rakirin, ew amade nînin danûstandinan bikin û ji aliyeke din ve jî, heta rejîma Îranê dest ji meyandina zêdetir a uraniyomê hilnegire, Amerîka amade nîne ku danûstandinan bike.
Berê Serkomarê Firansê, “Emmanuel Macron” ragihandibû: “Firanse amade ye navbendçiya danûstandina Amerîka û Îranê li ser rêkkevtina “Bercamê be”.
Danûstandina li ser Bercamê gihîştiye qonaxeke hestiyar û biryara rêgirîkirina rejîma Îranê ji lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, bona lêkolîn li ser binke û navendên navikî yên Îranê, derbeke herî giran li ser danûstandinên girêbesta Bercamê ye.