Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka balyozê rejîma Îranê li Yemenê xiste nava dorpêçê

12:06 - 9 Kanûna pêşîn 2020

Wezareta Xezînedariya Amerîka, dorpêçên nû xistne ser çend damezrave û herwisa Balyozê rejîma Îranê li Yemenê, tev ew damezrave û kesên ku ketine nav listê dorpêçên Amerîkayê, girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst in.

Roja Sêşemî 8ê Kanûna Pêşîn, Wezareta Xezînedariya Amerîka, Balyozê rejîma Îranê li Yemenê, “Hesen Îrlû”,û zanîngeha nawnetewî ya “Elmustefa” li bajarê “Qum”ê û kesekî xelkê Pakistanê yê bi navê “Yûsif Elî Mêirac” û herwisa çendîn gemî yên Îran, Çîn, Birîtaniya û Koreya Başûr, gorî yasayên dijî terorîzmê, tehrîm kirin.

“Hesen Îrlû” ku fermandeyekî Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst e, bi sedema piştewanî ji çalakiyên Spaha Pasdaran li Yemenê, kete naw listê tehrîman.

Wê derheqê de, Wezîrê Derve yê Ameîkayê, “Mikê Pompeo” li ser “Twitter”a xwe nivîsandiye: “Amerîka efserekî hêza quds a Spaha Pasdaran yê bi navê Hesen Pîrlû û zanîngehek bi sedema piştewanî ji çalakiyên endamvergirtin bo hêzên Quds a Spahê, tehrîm dikin, piştewaniya Îranê ji Hûsiyan di Yemenê de agirê şer geş dike û nearamiyan di wî welatî de zêdetir dike”.