Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Belemên Îranê bila nêzîkî Gemiyên me nebin

13:22 - 20 Gulan 2020

Amerîka ragihand ku bila tu Belemek ji 100 Metran kêmtir nêzîkî Gemî û Navên me yên Serbazî nebin.

Amerîka di vê hişdariyê de hemî ev hêz û Gemî û Belemên ser Behrê haydar kirine ku hekî devrûberê Gemiyên me digerîn, bila navberekî bi dûriya 100 Metran berçav bigirn û ji vê zêdetir nêzîk nebin.

Hêza Behriye Artêşa Amerîka roja Sêşemiyê 19 ê Gulanê ragihand ku hekî Belem vê Mevdaya 100 metrî berçav negrin û zêdetir ji Navên me nêzîk bin, em dê weke gef bo ser xwe bihesibînin û dê bikeve ber êrîş û lêdana berevaniya rewa ye yasayî.

Ev Hişdariya Amerîka piştî gefa Donald Tiramp Serkomarê Amerîka di meha derbas bûyî de tê ragihandin. Tiramp vê demê ragihandibû kû heçî Gemî û Belemekî Îranê nêzîkî Gemiyê Artêşa Amerîka bûn, bidne be êrîşê û jinav bibin.

Meha derbas bûyî çend Belemên Sipaha  terorîste Pastaran devra gemiyên Artêşa Amerîka devr lêdidan û gef dikirin, lewma vê demêve Amerîka biryar da ku vêcarê hekî nêzîk bun, lêdin û jinav bibin, piştî vê biryarê, manovr û şiltaxiya Sipahê dawî pêhatiye û zanîn ku ev gefa bo heneka nabe.