Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka berahîka hinartina dermanan bo Îranê negirtiye

18:05 - 12 Adar 2020

“Istîv Minûçîn”( Steven Terner Mnuchin), Wezîrê Xezînedariya Amerîka, ragihand ku, dorpêçên aborî yên li ser Îranê,ti astengek bo gehandina alîkariyan yên mirovdostane û berengarî bi dijî vîrûsa Koronayê,nîne.

Heftiya derbasbûyî, Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemed Cewad Zerîf”, gotibû: “Dorpêçên Amerîka yê, çavkaniyên me yên malî, bona berengarbûna bi dijî vîrûsa Koronayê, qutkirine”.

Rejîma Îranê, bi berdwamî bas ji vê yekê kiriye ku, Amerîka hewcehiyên me yên pizişkî û dermanî, xistine nawa lîstê dorpêçên xwede, lê Amerîka, ew yêke, red kiriye.

Wezareta Derve ya Amerîka, ji rêya Balyozxaneya “Siwîs”ê ve, bi fermî pêşniyar daye Îranê ku amadeye, bona berngar bûna bi  dijî vîrûsa Korona yê, alikariyê bide Îranê, lê rejîma Îranê, ew pêşniyar, red kiriye.

Li ser vê mijarê, yekitiya Ewrûpa(EU), 5 milyon EURO û komara Azerbaycanê jî, 5 milyon Dolar, alîkarî gehandine Îranê.

Hevdem, Welatê Çîn ê û Saziyên tenduristî yên cîhanê, emrazên pizişkî û dermanî, bo Îranê hinartine.