Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Bernameyên mûşekî yên Îranê metirsîdarin li ser ewlehiya Rojhilata Navîn

15:46 - 20 Adar 2019

Kurdistanmedia: Berpirseke payebilind a Amerîkayê ragehand, Bernameyên mûşekî yên Îranê metirsîdarin, li ser ewlehiya Rojhilata Navîn.

“Îlîm Poblît” alîkara Wezîrê Karê Derve ya Amerîkayê, di konferanseke rojnamevanî ya Saziya Navneteweyî ya li bajarê “Genev  a Swedish” de got, bernameyên mûşekî yên Îranê, metirsîdarin li ser ewlehiya deverê, û herwisa metirsiyeke rikeberiya çekdarî ye.

Herwisa “Îlîm Poblît” got, rejîma Îranê, bi awayekî eşkere piştevaniya girûpên terorîstî yên wekî, Husiyên Yemen û Hizbulaha Lubnanê dike, û em wan kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê, bi tundî şermezar dikin, û Îran dibe bilez dev ji kiryarên pêwendîdar bi mûşekên Balistîk û ku şiyana hilgira kilavên navkî hene, bidawî bîne.

Herwisa got, rejîma Îranê mûşekên Balistîk radestî girûpa Husiyên Yemenê dike ku, ew girûpa terorîst jî, mifah jê verdigire û Erebistanê dike armanca xwe, herwisa balafirên bê pîlot, dide wan girûpên terorîstî, û her ev yeka jî metirsiyeke mezine li ser ewlehiya Erebistanê.

Roja Înê 24`ê Reşemehê(15`ê Adara 2019`an), “Mike Pompeo” di civînekê de ragehand ku, li wir  mafê mirov tê binpê kirin, hekî hûn derheq mafê mirov de nîgeranin, hewceye li Hevalbendiya bi birêveberiya Erebistanê, piştewanî bikin ku, li dijî girûpa Husiyên terorîstî  li Yemenê şer dike, û hekî  hûn nîgeranê canê hevwelatiyên Amerîka û welatên din in, em îzin nadin da ku, rejîma terorîstî ya Îranê, bi dana çekan piştevaniya girûpa terorîstî a Husiyên Yemenê bike û “Riyadh” bike armanca  xwe.