Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bi belgeyan hevkariya Îranê digel Elqaîdê eşkere dike

13:03 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo” got: “pêka belgeyên heyî, Îranê bi hevkarê “Elqaîdê” didime nasîn û herwisa navbirî tekezî kiriye ku dixwaze eşkere bike ku Îran êvirgeh û cihê  îstiraheta “Elqaîdê”ye.

Nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye ku renge “Mike Pompeo bas ji kesê 2ê yê “Elqaîdê” bike ku di meha “Gelawêj”a îsal de li bajarê “Tehran”ê hatibû kuştinê.

Rojnameya “The New York Times” di dawiya meha “Xezelwer”a îsal de belav kiribû ku: “ Ebû Muhemmed El-Mîsrî” di demsala havîna îsal de ji aliyê Îsraîlê ve li welatê Îranê de, hate kuştin û Îranê jî li derheq kuştina kesekî girêdayê “Elqaîdê” di Îranê de, çi negotiye”.

 “Mike Pompeo” dixwaze rejîma Îranê bi dijvartirîn awayî bêxe bin givaşa dorpêçên aborî û herwîsa berê jî, çendîn caran rejîma Îranê bi hevkarî digel “Elqaîdê”, tawanbar kiribû.