
Kurdistanmeda: Li êrîşa balafirên Amerîkayê li ser karvanê milîşên Bizava Îslamî ya Îraqê ku taya ser bi Heşda Şe`ibî ye, 6 kes hatine kuştin.
Televîziyona fermî a Îraqê ragihand, ku balafirên Amerîkayê karvanekî çekdar ên Bizava Îslamî naskirî bi gurdanên Îmam Elî, kirine armaca êrîşa xwe, ku di encamê de 6 kes hatine kuştin.
Hate ragihandin, ku yek ji kuştiyan, Şibul El zeydî, serokê wê girûpa ser bi rejîm Îranê yê.
Herwisa li nûçeyeke dinê de hate ragihandin, ku şeva 14 Befranbarê, binkeyeke Heşda Şe`ibî li cihekê bi navê El-bulkemal El- Qa`êm, li nêzîkê sinorê Sûriyê, ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hatiye bombebarankirin, û 5 kes hatine kuştin û xisareke zaf gihaye wan.
Herwisa Televîziyona Îraqê ragihand, ku taqmeke din ji Heşda Şe`ibî li devera El- Tac li bakûra Bexdayê kevtine ber êrîşa balafirên Amerîkayê û hejmarek kuştî û birîndar lê kevtine.
Piştî vê yekê ku milîşiya û girûpên girêdayê rejîma Îranê, û li jêr fermana Qasim Silêmanî êrîş kirine ser Balyozxana Amerîka li Bexdayê, Amerîkayê di dijkiryarê de Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî û çendîn kesên dinê kuştin û niha jî bi berdewamî wan dike armancê xwe.