Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bi girûpên girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de hişdarî da

12:01 - 3 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Amerîka bi girûpên girêdayê rejîma Îranê di Îraqî de hişdarî da û daye zanîn ku hûn dê ji reftarên xwe yên têkderane puşman bibin, her piştî weşana axavtinên berpirsên Amerîkayê, Fermandê Spaha Qudis a terorîst Qasim Silêmanî û hin fermanndên Heşda Şeibî bûne armancê balafirên Amerîkayê.

Piştî êrîşa alîgirên Heşda Şeibî li ser balyozxaneya Amerîkayê, Donald Tramp di ser rûpela xwe a twîtirê nivîsê ku: Rejîma Îranê berpirsê rêxistina êrîşkirina li ser balyozxaneya Amerîka di Bexdaye de ye, û navbirî hişdarî dabû ku rejîma Îranê dibe bersivkarê wê kiryarê be.

Herwisa Wezîrê Bergirî ya Amerîkayê, Mark Îspîr, derheqê êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê got: “Renge ev core kiryare cerekî din ji aliyê hêzên girêdayê rejîmê ve bêne kirinê û hekî wisa bikin ev dê ji kiryarên xwe puşman bibin”.

Wezîrê Bergirî ya Amerîkayê di berdewamiyê de got ku, pêka zaniyariyan, girûpên girêdayê rejîma Îranê û yên di bin fermana wan de ne yên wekî gurûpa Ketayib a Hizbullah û Heşda Şeibî, li pey êrîşên nû ne, ku binkeyên Amerîkayê bikine armancên xwe.

Herwisa navbirî got, ku Wezareta Bergirî bona pêşî girtin ji kiryarên wiha û parastina canê kesên Amerîkayî ji hêzên xwe di deverê de, mifahê verdigirin.

Herwisa Wezareta Bergirî ya Amerîkayê, Pêntagon belav kir ku, “Qasim Silêmanî, fermandê Spaha Qudis a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, digel Ebû Mehdî Mohendis, cihgirê Serokê Desteya Heşta Şeibî, sibêdeha roja Înê 13`ê Befranbarê, ji aliyê balafirên wan re kirine armancê û herdu digel çend fermandên din ên Heşda Şeibî hatine kuştin.”