
Amerîka 19 kesên girêdayê rejîma Sûriyê ku li bombarana xelkê asayî li bazara “Doma” ya Sûriyê xistine listê tehrîman û herwisa çendîn kompanî û girûpên malî yên Sûriyê jî hatine tehrîmkirin.
Roja Duşemî, 9ê Çirriya Paşîn, Wezîrê Derve yê Amerêka, “Mike Pompeo” li daxuyaniyekê derheq “5emîn” salvegera êrîşa rejîma Sûriyê li ser bazara “Doma” daye zanîn, ku 19 kesên ku di wê bombaranê de dest hebûne kevtine nav lîsê tehrîman û got: “Nêzî 5 salan berî niha, li 30ê October a sala 2015an, hêzên “Beşar Esed” bi piştevaniya rejîma Îran û Rûsiyê, nêzî 70 kes di bombarana bazara “Doma”yê de kuştin û zêdetir ji 500 kesan jî birîndar kiribûn”.
“Mike Pompeo” daye zanîn, ku ew tehrîm pêka “Yasaya Sezar” û hin deshiltên yasayî ji aliyê “Wezareta Derve” û “Wezareta Xezînedarî” ya Amerîkayê ve hatine cîbicîkirin.
Herwisa navbirî got: “Tehrîmên cîbicîkirî ji aliyê dewleta me ku ji aliyê Fermandeyên Leşkerî, Nûnerên Parleman, damezraveyên girêdayê Sûriyê û dabînkerê malî yên wan kirine armanc û ew tekeziyek li ser wê rastiyê ku heta çi qasekî damezraveyên Sûriyê ew welat rastî gendeliyê anîne.
Herwisa “Wezareta Xezînedarî” ya Amerêkayê ragihand: “Kesên wekî “Hisam bin Ehmed Ruşdî Qatircî, Nasir El-Ullî, Xessan Cewdet Îsmaîl û çend damezraveyên din wekî, kompaniya Palavtina Nefta Erfada, kompaniya Palavtingeha Elsahil û girûpa malî ya Alqabize”, tehrîm kirine.