Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dê alîkariya nû ya leşkerî bide Hêza Pêşmergê Herêma Kurdistanê

10:57 - 28 Çirriya pêşîn 2020

Fermandeyê hêzên Amerîka li Herêma Kurdistanê daye zanîn, ku di despêka meha bê de, dê alikariyê bide Hêza Pêşmergên Herêma Kurdistanê.

Roja Sêşemî, 27ê Çirriya Pêşîn, Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de daye zanîn, ku di meha bê de qonxa 2 ya alîkariyên leşkerî û lojestîkî yên Amerîka bo Tîpên 14 û 16 yên Wezareta Pêşmerge dê bigîje destê wan hêzan û ew biryar li civîna fermandeyan û şêwirmendên leşkerî yên Amerîka digel Wezareta Pêşmerge hatiye ragihandin.

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand, ku alîkariya Amerîka bi qasekî zêde û berçav e û ew alîkarî dê bibe sebeb ku Hêza pêşmerge bo qonaxeke pêşketîtir pêngavan hilde.

Herwisa Wezîrê Pêşmerge ji xwesta şêwirmendên leşkerî yên Amerîka li Herêma Kurdistanê bona rêkxistina Hêzên Pêşmerge û avakirina hêzên leşkerî yên modern, serbixwe û yekreng bi nûneratiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî li gel û dewleta Amerîkayê kir.

Hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê li hember DAÎŞ û terorîzmê hewlên micid dan û şikest bi tev bername û pilanên terorîstan anîn û egîdiya pêşmerge nav û dengekî cîhanî li pey xwe anî.