Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dê hemû rêkan bona berdewam kirina dorpêça li ser Îranê bi kar bîne

13:40 - 6 Hezîran 2020

Nûnera Ameîka di “Saziya Navnetewî” de tekez kiriye ku dê hemû cehdên xwe yên siyasî bona berdewamkirina dorpêça li ser cibirxaneya rejîma Îranê, bi kar bînin.

Roja Înê, 5`ê Hezîranê,  “Kêlî Kraft”  Nûnera Ameîka di “rêkxistina netevên yekbûyî” de, di konferanseke vîdiyoyî de baskir ku: “pitir ji hemû aliyekê, Amerîka bona erxaînbûnê ku dê heyamê dorpêça li ser cebirxaneya rejîma Îranê ya ji aliyê Saziya Navnetewî de, dê bê dirêjkirinê, em dê hemû rêkarên siyasî yên xwe bikar bînin”.

Herwisa wê Nûnera Amerîka li Saziya Navnetewî de got: “ez digel Wezîrê Derve yê amerîka, “Mike Pompeo” û digel Nûnerê Taybet yê Amerîka di karûbarên Îranê de, “Brayan hûk” ji nêz ve, hevkariyê dikim heya ew benda biryarname ya 2231 ku heyamê wê bi dawî tê, wî heyamî dirêj bikin”. 

“Kêlî Kraft” bi gotina wê yekî ku em naxwazin Rûsiye û Çîn Çekan bifiroşine Îranê, û tekez kir ku Rûsiye û Çîn dibe tevlî wê biryara cîhanî li ser berdewamkirina dorpêça cebirxaneya Îranê bibin.

Herwisa “Kêlî Kraft” daye zanîn ku ew kareke hewceye û Amrîka, dê hemû rêkaran bigire ber xwe heya ji berdewambûna dorpêça cebirxaneya Îranê alxaîn bibe.