
Roja 11 ê Nîsana 2020 an, gorî rapora Waşîngton post ê, berpirsên Amerîka ragihandine ku karê danana sîstema Patiryotan li Îraqê dawî pê hatiye û ev dê vê sîstemê bi meqseda parastina hêzên hevpeyman bi serokatiya Amerîka, dê bêxe kar û çalak bike.
Bi gotina berpirsê Amerîka, ji bilî sîstema Patiryotî 2 mertalên dinê, ya Mûşekên kurthavêj, danane binkê Eyn Esed û Binkeyekê li Herêma Kurdistanê.
Şewa Şemî li ser yêkşemiyê hate ragihandind ku ( Mark Ispêr) Wezîrê berevaniya Amerîka bi bê evê ku pêşde ragihandibe, nişkêve geheştiye Binkê Eyn Esed li Îraqê, herçiqas heya niha li derheq meqsed ji wê serdana Wezîrê çi tiştek nehatiye ragihandin, lê egera hindê heye ku ber hindê hatibe ku li dema çalak kirina Patiryotan de Wezîrê Berevaniyê jî amade be.
Hevdem girûpa Eshab elkehf ku taqimekî ser bi rejîma Îranê ye, gefa êrîş kirina bo ser hêz û binkeyên Amerîka di nava Îraqê de kir.
Amerîka berdewam rejîma Îranê û Milîsên ser bi vê, sûçdar kirine ku bi havêtina Mûşekan gefê dêxne ser hêzên Hewalbende navnetewî û Amerîka di nava Îraqê de.