Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Dema wê hatiye ku Petroşîmiya Îranê bê dorpêçkirin

17:11 - 25 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şvêrmendê payebilind yê Amerîkayê ragihandiye, dema wê hatiye ku Petroşîmiya Îranê bê tehrîm bikin.

Roja Çarşemî 4`ê Banemer, “Mark Dubowitz” karnasê serokê avakirina Navenda Berevanî ji Demokrasiyê û Şvêrmendê payebilind yê Amerîkayê yê li karûbarê Îranê li ser rûpela xwe ya twittera xwe nivîsiye ku, armanca me ya li hemberî rejîma Îranê ewe ye ku dibe petroşîmiya Îranê dorpêç bikin.

Herwisa navbirî daye xuyakirin, berhemanîna petroşîmiya Îranê nêzîkî %23 ji şandina tiştên xeyrî neftî ya Îranê bi nirxa nêzîkî 14 milyard Dolarî di salê de pêk tînin.

Di heyama çend rojên borî de, “Donald Trump” dabû zanîn ku, bi armanca bi sifir gihîştandina şandina nefta Îranê, lêborîna li çend welatên ku ji dorpêçên li ser nefta Îranê hatibûne bêparkirin, êdî em vê mohletê berdewam nakin.

Her di vê derheqê de, li heyama çend rojên borî, Hikûmeta Misrê (Egypt) di biryareke heyrîmayî de, pêşî ji gemiyên veguhastina nefta Îranê bo Sûriyê li riya “Suez Canal” girit û ev kiryara Misrê bo sebeb da ku rejîma Îranê nefta xwe li riya tankêran û li axa Îraqê bo Sûriyê vebiguhaze.