Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka derheq gefên Spaha Pasdaran bê deng nabe

12:36 - 21 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê hevahenkar yê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê belavkir ku, em derheq gefên Spaha Pasdaran bêdeng nabin û her core çalakiyeke Spaha Pasdaran a terorîst bê bersiv nahêlin.

 “Joy Hood” berprisê hevahengkirina karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê, bas ji vê kiriye ku, girûpên çekdar yên li Îraqê rêgirin li ser riya vegeriyana xelkê bo deverên xwe û ev perê zorê ji xelkê distînin.

 “Hood” docarî kir ku, Spaha Pasdaran a terorîst salane Yek milyon Dolarî pere dide Hizbulah, Nuceba û Husiyên Yemenê.

Piştî vê ku, Amerîkayê di hewlekê de li dijî Îranê, litundtirkirina cezayan li dijî Îranê, Spaha Pasdaran terorîst a wî welatî xiste nav rêzbenda reş ya girûpên terorîstî, û her ev jî nerazîbûna girûpa Şî`e meseb ya bi navê Heşda Şe`ibî lipey xwe anye.

Wî berpirsî Amerîkayê tekez jî kiriye ku, hekî ji aliyê Spaha Pasdaran gefên leşkerî li dijî me bên xwerin, emê bersiv bidin û rejîma Îran, li riya Spaha Pasdaranê destêverdanê di karûbarên Îraqê de dike.

Navbirî di berdewamiya axavtina xwe de ducarî kir ku, rejîma Îranê mûşekek ber bi devera Şengalê avêtiye û di hemû deverên Îraqê de çalakiyan encam dide.

Destêverdanên rejîma Îslamî a Îranê, di welatên herêmê de, bi awayekî berdewam nerazîbûnên welatê herêmê lipey xwe hebûye.

Civaka Navdewletî, daxwaz ji rejîma Îranê dike da ku, wekî dewleteke asayî reftarê bike û pêbend bi yasayên navneteweyî be.