Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka derheqê serkutkirina xelkê Îranê hate ziman

11:42 - 30 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Derve yê Amerîkayê, tevî şermezarkirina reftar û serkutkirinên rejîma Îranê, piştvaniya welatê xwe ji bo xelkê nerazî yê Îranê nîşan da.

 “Mikk Pompeo”, Weîzrê Derve yê Amerîkayê, di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku: Xelkê Îranê bi awayekî giştî ji gendelî û bê`edaletiyên rayedarên rejîma komara Îslamî ya Îranê vestiyane.

 “Pompeo” roja Çarşemî 6`ê Pûşpera 1397`an, di ragehandinekê de bas ji vê kir ku, rejîma komara Îslamî ya Îranê, bi destêverdan di karûbarên devera Rojhilata Navîn, û destêwerdana di Sûriyê de, û piştevaniyên ji Hizbullaha Lubnan û Husiyên Yemen û herwiha domandina piroseya navikî ya xwe, sermayeya xelkê vî welatî bi heder dide.

Navbirî herwiha gotiye ku: Hemû ev kiryarên rejîma komara Îslamî ya Îranê, tenê êş û azarên xelkê zêde dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha ragehand ku: “Tu cihê heyrîmayî nine ku nerazîbûnên xelkê Îranê dom hebe, xelkê vî welatî ji rayadarên rejîmê çavnihêriya vê yekê hene ku, sermaye û samana vî welatî di navxweyî welate de hevpar bikin”.

 “Pompeo” di doma axavtinên xwe de got ku: Em taktîk û reftarên bê encam yên vê rejîmê yên derheqê tometbarkirin, serkutkirin û hepskirina xelkê nerazî şermezar dikin, û niha hemû cîhan dizane û haydar e ku, xelkê Îranê ji ber gendelî û kêrnehatîbûna berpirsên rejîmê bêzar bûne, û cîhan dengê xelkê nerazî dibihîse.

Roja Duşemî 4`ê Pûşperê, di piraniya deverên Tehranê de, bazar û kasibkar, dukandar û pasaj hatibûne daxistin,û ji ber helawsanê, û rikûda bazar û kirîza yek li pey yek ên aborî, rijiyane ser şeqaman û dest dane nîşandana nerazîbûnan û siloganên li dijî siyaset, û reftarên rejîmê, heta ku di hin cihan de jî, siloganên “Mirin ji bo Dîktator” jî ji aliyê xelkê nerazî ve hatine gotin.

Li gorî nûçeyan, ev meşên nerazîbûnan heyanî dema belavbûna vê nûçeyê  dom hene, û heyanî niha bazarî û xelkê nerazî yên bajarê “Îsfehan”, “Kirmaşan”, “Qişm”, “Meşhed”, “Tevrêz” û Şîraz” jî tevlî van meşên nerazîbûnan bûne.