Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dest bi ser du gemiyên çek û çol ên Spaha Pasdaran de girt

11:00 - 8 Kanûna pêşîn 2021

Wezareta Dad a Amerîkayê roja Sêşemî 16` Sermawezê, di daxuyaniyekê de belev kir, ku hêzên Amerîkayê dest bi ser du barên mezin ên cebilxanên Îranê ku Spaha Pasdaran a Îranê dixwast bo çekdarên Hûsiyên Yemenê bişîne, ku pêk hatibûn ji du gemiyan li deriyaya Ereb de girtiye.

Wezareta Dad a Amerîkayê gotiye, ew bara cebilxaneyî ya ku dest bi ser de hatî girtin pêk hatibû ji 171 mûşekên bejayî bi esman û 8 mûşekên dije tank.

Herwisa wê Wezaretê daye zanîn ku, ew bara cebilxaneyî mezintirîn bara çek û şewat e ku heta niha ji rejîma Îranê hatiye zebtkirin.

Pêka wê daxuyaniyê, hêzên Amerîkayê ku gemiyên şewatê ên Spaha Pasdaran a terorîst ku di Şibata 2020`an û Çiriya Duyem a 2019 ku di deriyaya Ereb de dest bi ser de girtibû bi 26 milyon Dolar ji alioyê Amerîkayê ve hatiye firotin û qirar wisa ye ku perê wê bo qurbaniyên terorîzma navdewletî bê dan.

Di wê daxuyanê de hatiye ku Amerîka bi hemû alav û hêzekê ve dê li dijî Saziyên terorîstî ji wan Spaha Pasdaran bisekîne û nahêle derbê bi Amerîka û hevpeymanên wan bidin.

Sapaha Pasdaran ku wek saziyek terorîstî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye nasîn, hertimî hewila dabînkirina girpên terorîstî di deverê de dide û bûye gefek bo ewlehiya dever û nemaze welatên Rojavayî.