Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden”, di hevpeyvînekê de ragihandin, emê di karkirina digel hêzên Kurdî yên weke HSD û Pêşmerge de berdewam bin.
“Joe Biden” di vê axavtina xwe de ragihand: “Operasyona kuştina serkirdeyê DAÎŞê Ebû Îbrahîm El_Haşimî El_Qureyşî ya li Idliba Sûriyê, bi alîkariya hêzên HSDê pêk hatiye û em spasiya wan dikin.
Her di vê peywendiyê de “John Kirby”, Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê jî, di civîna rojnamevaniyê de ragihand: Alîkarîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di operasyona kuştin xelîfeyê DAÎŞê de pejirand.
Serkomarê Amerîkayê di vê derheqê de eşkere kir ku: Qureyşî serkideyê DAÎŞê, li sala 2014`an pilandarêjê êrîşên weke qetl, revandin û komkujîkirina Kurdên Êzidiyên li Şengalê bûye.
Herwisa Serkomarê Amerîkayê tekez jî kir ku ew dê karkirina digel HSD, hêzên Îraq û Pêşmerge de berdewam bin û daye zanîn parastina ewlehiya Amerîka û hevpeymanên me erkê me yê sereke ye.