
Kurdistanmedia: Damezrandina dewleta Kurdî di rojhilata navîn de di midehê wan çend salên derbasbûyî de, pirsekî giring ya siyasî bûye û birêve çûna rêfrandoma Başûrê Kurdistanê, zêdetir ew pirse aniye gorê.
Belavoka “Hîl” ku girêdayî kongirêsa Amerîkayê ye, di gotareke xwe de bi nivîsa “Metiyo Maynên” belav kirinye ku, Tiramp dikare karekî hevrengê “Balfor”ê bo Kurdan encamp bibe.
Di wê gotarê de hatiye: “Tiramp bi vekişîn ji Sûriyê û vegeriyana dûbare bo Sûriyê şaşiyeke eşkere kir, ew baseke eşkere ye ku, piştevanî ji dewleta Kurdistanê, dijayetiyekî zêde li pey xwe dibe û her welatek bilî Îsra`îl dijî serxwebûna Kurda ne.
Di pareke wê gotarê de hatiye: Tiramp ji rekevtina digel Îranê vekêşa, û dorpêçên dijî Îranê pejirand, û balyozxwaneya Amerîkayê veguhaste “Orşelîm”ê û desthilata Îsraîlê bi ser bilindahiyên Golanê bi fermî nas kir”.
“Maynin” nivîsiye ku, serkomarê Amerîka dikare karek wisa bo Kurdan jî bike û di ragihandinekî biçûk de, mafê xweseriyê bo Kurd rabigihîne.
Di wê gotarê de bas vê yekê jî hatiye kirin ku “Piştevanî ji dewleta Kurdistan dikare meznahiya Amerîkayê bizivirîne, bo her kesek rûne ku mafê xweseriya 30 milyon Kurdî dibe ji 5 milyon Felestînan zêdetir be”.
Çend rojan berî niha, “Orşelîm Post” di gotarekî de bas kiriye ku Tiramp di sala nû de yê bo Kurdan nûçeyekî giring hebe, ku ew jî pirsa dewleta Kurdiye.
Di vê derheqê de, kanala “Raşa Tûdey”(Russia Today) belav kiriye ku dewleta Kurdî yê bê damezirandin.
“Erçintsîf”, konsolê giştî yê Rûsiyê di Başûrê Kurdistanê de bas kiribû: Em bo her biryarekî piştevaniya Kurdan dikin.
Damezirandina dewleta Kurd, yekek ji pirsên Rojhilata Navîn e ku di midehê çend salên derbasbûyî de bi hûrdekarî ve bas jê hatiye kirin.