
Kurdistanmedia: Amerîkayê dîsan ji rejîma Îslamî ya Îranê daxwazkir, da ku dawyî bi terorîzm û binpêkirina mafê mirov di navxweyî welat de bîne.
“Heather Nauert” Berdevka Wezareta Karê Derve a Amerîkayê di nîqaşkirineka nû de ji rejîma Îslamî ya Îranê daxwazkir da ku, dawyî bi terorîzm û binpêkirina mafê mirov di navxweyî welat de bîne, û herwisa bi awayekî tund ji rejîma Îranê re hişdarî daye.
Wê berpirsa Amerîkayê di axavtinên xwe de bas ji vê jî kir ku, bo pêşîgirtin û dawîanîna bi teror û tundûtîjiya rejîma Îranê li derveyî welat û baştirkirina rewşa mafê mirov di Îranê de, hewleke micid hewce ye.
“Nauert” di axavtina xwe de, pêdagîrî jî kiriye ku em piştevaniya xelkê Îranê dikin, û cîhan dibe li dijî Îranê yekigirtî be.
Her di vê pêwendiyê de jî, “Robert Wood Johnson”, balyozê Amerîkayê yê li Birîtaniyayê, li ser rûpela “twitta” xwe nivîsiye ku, Amerîka li ser vê baweriyê ye, givaşên armancadar û berdewam li dijî rejîma Îranê, baştirîn rê bo guhertina kiryarên xirab yên rejîma Îranê ye.
Piştevaniyên rejîma Îranê, li terorîzmê, bi awayekî berdewam nerazîbûnên welatên herêm û Rojava yê, li pey xwe aniye, û Wezareta Karê Derve a Amerîkayê jî, rejîma Îranê wekî yekem welatê piştevanê terorîzm di cîhanê de daye naskirin.
Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê, di raporta salane ya xwe de, derheq terorîzma navneteweyî ya sala borî de daye eşkerekirin ku,rejîma Îslamî a Îranê, wekî salên borî, bi awayên tund piştigîriyê dide, alî û saziyên terorîstî di cihanê de, û heta hebûna xwe di Aferîqayê de jî, bihêztir kiriye.