Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dibe stratêjiya sernixûn kirina rejîma Îranê bigire ber xwe

13:32 - 17 Gulan 2020

Serokê Saziya Ewlehiya Netewî ya Amerîka, daxwaz ji Serkomarê Amerîka kir ku bona pêşî girtin ji şer di Rojhilata Nawîn de, sitratejiya sernixûn kirina rejîma Îranê, bigire ber xwe.

Serokê Saziya Ewlehiya Netewî ya Amerîka, “Maykêl Makofskî”( Michael Makovsky), gotiye ku, Amerîka dibe startejiya herifandin û ji nav birina rejîma Îranê, bigire ber xwe û herwisa dibe siyaseta givaşên herî xurt, li ser rejîma Îranê berdewam bin, heya alozî di Îranê de zêdetir bibe.

Berprsên Amerîkayê, wekî Senatorê “Têd Kurûz”( Ted Cruz), daxwaz ji Serkomarê Amerîka,“Dolald Trump”kiribû ku, lihevkirina Nawikî digel rejîma Îranê, bidirîne.

Wî berpirsê Amerîka daxwaz jî kiribû ku, Amerîka dorpêçên aborî yên Saziya Navnetewî(UN) bi dijî rejîma Îranê bikar bîne.

Amerîka bi siyaseta herî xurt li ser rejîma Îranê, dixwaze rejîma Îranê kontrol bike û herwisa destê wê rejîmê di derwerê de, qut bike.

Rejîma Îranê derheq bernama nawkî ya xwe, rastî ji cîhanê veşartine û lihevkirina bi navê “Bercam”ê digel dewleta “Obama” ve karî geşeyê bi çalakiyên xwe yên nawikî bide.