Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dixawze Kubayê bêxe nav lîstê welatên piştewanê terorîzmê

12:15 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Di demekê de ku çend roj mane bo dawîhatina heyamê Serkomariya “Donald Trump”; Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo” ragihandiye ku dixwazin “Kûba”yê bêxe nav lîstê welatên piştewanên terorîzmê.

Xistna “Kuba”yê di nav wî lîstî de, dibe sebeb ku şirketên biyanî nekarin di wî welatî de berhemanînê bikin, ji ber wê yekê ku ji aliyê Amerîkayê ve dê rastî cezayê bibin.

“Mike Pompeo” li derheqê wê biryarê de ragihand: “Bi wê pêngavê, em careke din Kubayê ceza didin û peyameke nû didinê: Hewceye ku rejîma “Kastro” dawî bi piştewaniya xwe ji terorîzm û xwe-veqelastin ji dadperweriya Amerîkayê, bîne.

Rejîma Îranê digel Kubayê pêvendiyeke qahîm heye û hekî Amerêka wê biryarê cî be cî bike, rejîma Îranê digel welateke din ku piştewaniya terorîsmê dike, dê pêvendî dê hebe.