
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku tu sînorekê bo destêwerdanên xwe di Îraqê de nas nake, kerb û kîna rayedarên Amerîkayê çend hember zêde kiriye, lewra jî Amerîka dixwaze êdî per û baskên rejîmê di Îraqê de bişkîne.
Li gora raporan, kongirêsa Amerîkayê terhek pejirandiye ku rejîma Îranê bi sedema destêwerdana di nava karûbarên Îraqê de, tawanbar dike, û daxwaza tehrîmkirina rejîma Îranê kiriye.
Ew terh li jêr navê, pêşîgirtina ji têkdana aramiya Îraqê ji aliyê Îranê ve, daxwazkarê vê ye, ku wan rayedarên rejîma Îranê tehrîm bikin, ku aramiya vî welatî dixin tirsê de.
Adam Kîzîncir amadekarê serekî ê vî terhî, di kongiresê de ragehand: Ji dema sernixûniya Sedam Husên ve, rejîma Îranê li pey destêwerdana di nava Îraqê de bûye, ji riya pêkanîna astengiyan ser riya hewlên Amerîkayê bona pêkanîna aramiyê di vî welatî de.
Terhê kîzîncir, serkomarê Amerîkayê erkdar kiriye, ku tehrîma li dijî hemû şexsên xeyrî Îraqî îmza bike, ku li gora gotina wan ewlehiya Îraqê dixe metirsiyê de.
Ew pejirandiya kongiresê hêşta nebûye yasa. Bona guherîna wê bi yasayê, dibe ku çiqa yasadanînê ya kongresa Ameîkayê wate “SINA” terheke weha bipejirîne. Di qonaxa piştî wê jî, dibe ku serkomarê Amerîkayê pejirandiya kongresê îmza bike.