
Di halekê de ku tundtirîn tehrîmên Amerîkayê li dijî Îran û Sûriye dest pê dikin, Sûriye rastî pirsgirêkên micid hatiye.
Eve jî di halekê de ye ku %80 xelkê Sûriyê di bin hêla hejarî de dijîn û rastî pirsgirêgên gelek micid hatine.
Di deverên ku di bin desthilata rejîma Beşar Esed de ne, rojane nirxa hewcehiyan çend qat bilind dibin, di wê heftiyê de nirxa pareyê Sûriyê li hember dolarê Amerîkayê çend hember hate xwarê û eve jî wisa kiriye ku tiştên hewcehiyê jî çend hember bilind bin.
Pêka rapora Saziya Navnetewî, karnas dibêjin dorpêçên aborî yên Amerîkayê li dijî Sûriyê, dê mezintirîn derbe li wî welatî bikeve, dema ku %80 xelkê Sûriyê di bin hêla hejarî de dijîn, ku dahata wan di mehekê de tenê 100 dolarê Amerîkayê ye.
Amerîka daye zanîn ku heya yek hêlê ser bi rejîma Îranê di Sûriyê de be, dê bi berdewamî wî welatî tehrîm bike û heta alîkariya nojenkirina xaniyên wêranbûyî jî nade.