Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dixwaze hêzên xwe ji Bexdayê ve bo Herêma Kurdistanê vebiguheze

16:35 - 31 Kanûna Paşîn 2021

Di raporeke “Intelligence Online” de îşare bi wê yekê hatiye kirin ku, Amerîka bi micidî li ser veguhastina hêzên xwe ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê lêkolînan dike.

Di raporeke Dezgeha Ewlehiya Feransê de ku, ji aliyê malpera “Intelligence Online” ve hatiye belavkirinê, hatiye baskirin ku bi sedema rewşa xirab û aloza ewlehiya bajarê Bexdayê û gefên bi dom yên li ser devera “Kesk”a wî bajarî, Amerîka dixwaze hêzên zêdetir ji “Baxda”yê ve bo Herêma Kurdistanê bişîne.

Herwisa wê malpera Ewlehiya Feransê daye zanîn ku, Amerîka li ser zêdetirekirina binkeyên xwe yên leşkerî di Herêma Kurdistanê de lêkolînan dike.

Pêka malpera “Intelligence Online”, balyozxaneya Amerîka dê li sala 2022an de, li Hewlêrê dest bikar bibe ku ew balyozxane mezintirîn balyozxaneya Amerîka di cîhanê de ye û Amerîka dê binkeyekî leşkerî jî di wir de cihgîr bike.

Berê, Amerîkayê ragihandibû ku bi hegera berdewamiya êrîşan li ser devera kesk, dê balyêzxaneya xwe li Bexdayê dabixe.

Herêma Kurdistanê wekî ewlehtirîn dever bo Amerîkayê ye ku bi sedema hebûna aramî û asayîşa herî zêde, baştirîn alternatîv bona veguhastina cihê wê balyozxaneyê ye.

Herwisa di raporê de bas li binkeya Amerîka li bajarê “Herîr” di Herêma Kurdistanê de jî hatiye kirin ku Amerîka niha jî mijûlê nûjenkirin û berfirehtirkirina wê binkeya leşkerî ye.