
Amerîka bo piştevanîkirina zêde ji hêzên “HSD”ê li Rojavayê Kurdistanê, hêzên xwe yên leşkerî di wan deveran de zêde kiriye.
Amerîkayê bi merema piştîvanîkirin li hêzên “HSD”ê û pêşîgirtin li êrîşên dubare yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û hêzgirtina dubare ya DAÎŞê di wê deverê de hêzên xwe di devera “Dêrik” a Rojavaya Kurdistanê ku nêzî bajarê “Qamîşlo”yê ye zêde kirine.
Di çend rojên derbasbûyî de Serkomarê Tirkiyê “Receb Teyîb Erdoxan” gef ji Hêzên “HSD”ê xwaribû û basa êrîşkirin li ser deverên Rojavayê Kurdistanê kiribû.
Wezareta Derve ya hikûmeta nûavabûyî ya Amerîkayê tekezî li ser piştîvaniya xwe li hêzên“Sûriya Demokratîk” kiriye.
Herwisa hatiye gotin ku Amerîka dixwaze binkeyeke leşkerî a nû di Dêrikê de ava bike.