Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dorpêçên aborî yên li dijî Îranê zêde dike

18:30 - 23 Adar 2019

Kurdistanmedia: Amerîka di sala nû de, dewreke nû li dorpêçên aborî li dijî rejîma Îranê pejirand ku, 17 navend û 14 kesên girêdayî rejîma Îranê di nav rêzbenda van dorpêçan de ne.

Dorpêşên Amerîkayî yên li dijî rejîma Îranê berdewam in, û di nûtirîn hewlên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, 17 navend û 14 kesên girêdayî rejîma Îranê, li rêzbenda dorpêçan zêde kir.

Ew kesên ku li rêzbenda dorpêçên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê hatine zêdekirin wiha ne: “Mensûr Eskerî, Mihemed Mehdî Dayîmî Etaran, Rohila Qadirî Bermî, Se`îd Borcî, Riza Îbrahîmî, Xolamriza Îta`etî, Mihemed Husêyîn Heqîqiya, Celal Îmamî Qere Hacîlo, Seiyîd Esxer Haşimî Tebar, Mihdî Me`isûmiyan, Mihemedriza Mihdîpor, Ekber Mutelibîzade, Mihemed Cewad Seferî û Muhsên Şefayî”.

Herwisa Navendên ku hatine dorpêçkirin wiha ne: “Girûpa Ebo Rîhan, Bû Elî, Heyderî Kerar, Kîmiya Pexşî Seriq, Pêşrewanî Darûy Perdîs, Pûya Êlêktrosaman Nîro, Navenda Lêpirsînê ya Sedra, girûpa Olî, Babayî, Çemran, Fexar Moqedem, Kerîmî, Kazimî, Muwehîd Danîş, Navenda Lêpêrsînê a Fenawerî û Zanistî Şokrî, Zeynedîn û girûpa Fenawerî û Zanistî a Şêx Behayî”.

Her di vê derheqê de “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî, di serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de pêdagîrî jî kiriye ku, Amerîka bi awayekî berdewam givaşan dêxîne ser rejîma Îranê.

“Mike Pompeo” Herwisa gotiye, me karbidestên Spaha Pasdaran a wekî terorîst dane naskirin, û çendîn girûpên terorîstî ku rejîma Îranê piştevaniyê ji van dike, me li rêzbenda terorê zêde kirine, û Amerîka bi awayekî micid li dijî rejîma Îranê di deverê de kar dike.

Amerîka bi awayekî berdewam givaşan dêxîne ser rejîma Îranê, ku hemû rêyan ji xwe digire.