
Kurdistanmedia: Şivêrmenda Qezayî a Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê dorpêçên aborî yên li ser Îranê, wekî kiryareke ewlehî, yasayî û hewce da zanîn.
Li gorî raporta ku Nûçegihaniya “CBSN”ê belav kiriye, roja Sêşemî 28`ê Tebaxa 2018`an, “Jennifer Newstead” Şivêrmenda Qezayî a Wezareta Kar ê Derve a Amerîkayê, ji dadgeha navneteweyî daxwazkir da ku daxwazkara demildest ya rejîma Îranê ya derheq sekinandina dorpêçên aborî yên ji aliyê “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê ve hatine sepandin, bisekinîne.
Amerîkayê encama vî karê yasayî û hincetek bicî daye zanîn, ji bo xistina givaşên zêde û giran bo ser berpirsên rejîma Îranê, da ku berpirsên rejîmê guherînkariyên hewce bi ser xwe de pêk bînin.
“Jennifer Newstead” di “Dadgeha Bilind a Edalet”ê de ji Dadwer re da xuya kirin ku, em vî karî derheq berjewendî û ewlehiya neteweyî a Amerîka û herwisa ji bo destpêragihîştin bi aştiyê di Rojhilata Navîn de encam didin.
Rejîma Îranê di meha Julayî de, ev dosyaya Dadweriyê ji bo lêkolîna ducarî xistiye ber bas, û rejîma Tehranê îdi`a dike ku ev hereketa Amerîkayê binpêkirina lihevkirina du alî a li sala 1955`an ya naskirî bi “peymana dostatî”ye, ku pêwendiyên aborî û balyozxwaneyî yên di navbera du welatên dijberê yektir ji bo heyama 10 salan diparêze.
Washingtoonê daye xuya kirin ku, rejîma Tehranê dixwaze ji peymannameya 1955`an wekî hincetê li hemberî arîşeyên derheq lihevkirin a Bercamê ya li sala 2015`an ku ji bo sînordarkirinên bernameyên navikî yên Îranê hatibû encam dan li hemberî dorpêçên demdirêj yên Amerîka û neteweyî de mifahê jê werbigire, lê lihevkirina Bercamê tenê taya (bend) ya arîşeyên di dadgeha “Hague” de nîne.