Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dosiyeyea malî ya Spaha Pasdaran ji aliyê “Qeter”ê ve gengeşe dike

18:42 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2021

Dewleta “Joe Biden” lêkolînê li ser mijara dabîkirina madiyata Spaha Pasdaran ji aliyê “Qeter”ê ve dike.

Dewleta “Donald Trump” Serkomarê berê yê Amerîkayê di meha Xakelêweya sala 1398 a rojî de, Spaha Pasdaran a terorîst xiste nav lîsteya saziyên terorîstî û ew biriyare di dewleta nû ya Amerîkayê de nehatiye guherîn.

Pêka rapora malpera “‎Washington Eczeminer‎”, Wezareta Derve ya Amerîkayê li derheq hevkariya “Qeter” û “Spaha Pasdaran” a rejîma Îranê mijûlê lêkolîna raporekê ye ku Îsraîlê zaniyarî xistine ber destê Amerîkayê.

Pêka wê raporê, “‎Rion Ryolin‎” Serkomarê berê yê Îsraîlê di hevdîtinek digel “Joe Bindin” de çendîn belge li ser vê mijarê xistiye ber destê Amerîkayê.

Berpirsên Îsraîlê li derheq hûrdekariyên wê dosiyayê ku xistiye ber destê “Koşka Sipî”, zaniyariyên zêdetir belav nekiriye.