Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Elî Fellahiya wezîrê Itla`ata rejîma Îranê xiste nava dorpêçê

13:08 - 22 Gulan 2020

Di demekê de ku Amerîka roj bi rojê givaşên xwe bo ser rejîma Îranê zêde dike, Maîk Pompîo Wezîrê derwe yê Amerîka roja Pêncşemiyê 21 ê Gulanê ragihand ku Elî Fellahiyan Wezîrê berê yê itla`ata rejîma Îranê xiste nava lîstê dorpêçkiriyan.

Elî Fellahiyan bi hegera dest têde hebûna teqandina Navenda Cihûyan li Arjantînê ji aliyê Amerîka ve, bi sûçdar hatiye naskirin.

Herwisa bi hegera evê ku terora Duktur Sadiq Şerefkendî û hewalên wî li Alman de bi ferman û bername rêjiya Fellahiyan weke yêk ji biryar derên teroran, ji aliyê Dadigeha Mîkonosê bi sûçdar hatiye naskirin, û hem ji aliyê dadigeha perwenda Arjantînê û hem perwenda terora Mîkonosê, hikmê destbiser kirinê li ser Fellahiyan hatiye danê.

Herwisa li çaxê wezîriya wî de, Sedan kesayetiyên siyas û rewşenbîr û cida hizr, bi fermana Elî fellahiyan hatine teror kirin, ku nimûna berçav di nava Îranê de Kuştara Zincîreyî bû.

Hewceye bêjin ku hevdem Amerîka Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî wezîrê navxwe û pitir ji 10 kesên dinêye ji deshilatdarên rejîmê ku dest di tepeserî û kuştina xwenîşanderên Payîza derbas bûyî de hebûn, xine nava lîstê reş û dorpêçê.