Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Em amadeyê bersivdana her êrîşeke Îranê ne

12:41 - 21 Kanûna pêşîn 2020

Fermandehiya Sidtada Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, li berteknîşandana êrîşa mûşekî bo ser balyozxaneya Amerîka li bajarê Bexdayê ragihandiye: “Em bo bersivdana her êrîşek li derheq salmerga terorîst Qasim Silêmanî amade ne”.

General “Kênt Mekênzî” Fermandeyê Sitada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê, naskirî bi “Sêntkam”, li serdana bo Îraqê gotibû: “Em amadeyê berevanî li xwe, hevalan û hevpeymanên xwe li deverê ne û hekî hewce be, amadeyê bersivdanê ne jî”.

Herwisa navbirî gotibû jî: “Ez pêşbênî dikim ku em di rewşeke gelek baş de ne û bo her kiryarek ku Îran yan hêzên ser bi wê rejîmê encam bidin em amade ne”.

“Mekênzî” dibêje berdewamiya rakêtan bo ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdyê û hêzên hevpeyman yên nêvnetewî li Îraqê, bi sedema vê yekê ye ku ew girûpane hişdariya Amerîkayê bi micid wernagrin.