Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Em pêdizanin ku Kurdan deng bi derkirina hêzên me neda

10:52 - 9 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Morgan Ortagos, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir, di mûşekbarana berê sibêdeha roja Çarşemiyê, Îranê ne tenê hêzên Amerîkayê kirine aramnc, belkî jîyana hêzên hevpeymanên me bi giştî û Îraqiyan jî xistîye metirsiyê.

Morgan Ortagos di civînekê digel kanala Kurdistan 24`ê ya ser bi herêma Kurdistanê de got: “Em ji nêzîk ve digel hikûmeta herêma Kurdistanê kar dikîn û bi başî jî seh bi rola Kurdan dikîn, ku di şerê dijî DAÎŞê de roleke baş û bi bandor lîstin. ew yeke jî li ber çavê me ye, ku di rûniştina Perlemana Îraqê de bo pejirandina pirojeyasaya derkirina hêzên bîyanî di nava Îraqê de, Kurdan beşdariya wê pirojeyasayê nekir.”

Herwisa Berdevka Wezareta Dere ya Amerîka got: Wezîrê Derve yê Amerîkayê, peywendîyeke gelek baş digel hikumeta herêma Kurdistanê heye û hevdem, digel serkirdatîya herêma Kurdistanê li ser vê peywendîyê dê berdewam dibîn.

Morgan Ortagos tekez jî kir, Îran tim mudaxilê di karûbarên hindûrî yên Îraqê de dike û serwerîya axa wî welatî binpê dike.

Li derheq biryara perlemana Îraqê jî, bo derkirina hêzên bîyanî ji wî welatî, Ortagos ragihand, mana hêzên Amerîkayê li Îraqê bo wî welatî baştire.