Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê gotiye “Waşington” rênade rejîma Îranê ku çavkaniyên wê yên malî di sindoqa navnetewiya dirav de bikne bi Dolar û Îranê ji îmkana destpêragehiştin bi çavkaniya “SDR” a sindoqa navnetewiya dirav tinîne.
Çavkaniya “SDR” an “Mafê helgirtina taybet” darayiya pere ye ku ji aliyê sindoqa navnetewiya dirav ve li sala 1969an hatiye avakirin û her welatek bi pêka pişka xwe li wê çavkaniyê dikare daxwaza mafê rakirina taybet bike û pişka xwe bi diravên navnetewî yên wekî Dolar û EURO werbigire.
Bi watayekê din her welatek dikare pişka “SDR” a xwe digel diravên bi nirx biguhirin.
Serokê berê yên banka Navendiya Rejîma Îranê “Ebdulnasir Himmetî” li 31ê Xakelêweya sala 1399an de dabû zanîn ku Îranê daxwaz kiriye ku % 100 a pişka xwe ku bi qasî 3.6 miliyar “SDR” e li sindoqa navnetewiya dirav werbigire.
Nirxa her “SDR”ekê di niha de beranberî digel 72 Centên Amerîkayê ye.
Bi berçavgirtina dorpêçên Amerîkayê li dijî banka navendiya Rejîma Îranê, îznê nadin ku çavkaniyên “SDR” yên wî welatî bikin bi Dolar.