Rojek piştî gefxwarina Serkomarê rejîma Îranê, “Îbrahîn Reîsî” bo êrîş li ser Îsraîlê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye ku ewlehiya Îsraîlê bo Amrîkayê mijarek pîroz e û Amerîka digel Îsraîl û hevpeymanên xwe bo rawestan li hember rolên têkderane yên Spaha Pasdaran li deverê dê ji her mikanîzmeke hewce mifahê verbigrin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Ned Price” li hember gotinên “Îbrahîm Reîsî” bertek nîşan da û rejîma Îranê wekî “mezintirîn piştevanê terorîzm li cîhan”ê binav kir.
Serkomarê rejîma Îslamî ya Îranê “Îbrahîm Reîsî”, di rêûresma roja Arteş li Îranê gotibû: “Eger piçûktirîn şaşiyek ji aliyê Îsraîlê ve bê kirin, dê bersiva me li navenda Îsraîl be.”
Ew helwîsta Wezareta Derve ya Amerîkayê û binavkirina rejîma Îranê bi “mezintirîn piştevanê terorîzm li cîhan”ê di halekê de ye ku navê Spaha Pasdaran li listê rêkxirawên terorîstî de ye û rejîma Îranê hêvîdar e ku li danûstandinên Bercamê yên li bajarê Viyenê, Amerîka navê Spaha Pasdaran ji lîstê rêkxirawên terorîstî der bîne.
Amerîkayê heta niha dijayetî digel daxwazên rejîma Îranê kiriye û hejmarek ji Senatorên wî welatî di nameyekê de rû bi Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden”nivîsandibûn, ku derxistina navê Spaha Pasdaran ji lîstê rêkxirawên terorîstî, xiyanet bi hevpeymanên Amerîkayê li deverê dizanin.
Navê Spaha Pasdaran ji aliyê Serkomarê berê yê Amerîkayê “Donald Trump” ve kevtibû nav listê rêkxirawên terorîstî, lê Amerîkayê çendîn salan berê vê yekê rejîama Îranê xistibû nav lîstê welatên piştevanê terorîzm li cîhanê.