Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka gef ji Ewropayê xwar

12:04 - 24 Îlon 2020

Nûnerê taybet yê Amerîka di karûbarê Îranê de, “Elliott Abrams”, bi welatên yekgirtî digel Amerîkayê re derheq rengeyiya binpêkirina doprêçên dijî Îranê re hişdarî da.

Roja Çarşemî, 23ê Îlonê, Nûnerê taybet yê Amerîka di karûbarê Îranê de, “Elliott Abrams”, di hevpeyvînekê de gef ji welatên Ewropayî yê digel Amerîkayê yekhgirtî ne xwar, di rengeyiya binpêkirina dorpêçên li ser rejîma Îranê ragihand, ku hekî rewşeke wiha bê pêş Amerîka dê wan jî tehrîm bike.

“Elliott Abrams” gotiye, ku armanca siyasetên dewleta “Donald Trump” di hember Îranê de, rakêşandina rejîma Îranê li ser maseya danûstandinê ye ku bo girebestekî girîngtir ji girêbesta “Bercam”ê ye.

Rejîma Îranê heta niha hemû hewlên Amerîkayê wekî dijatî dîtine û di hemû silogan û gotinên berpirsên rejîma Îranê de gef bi Amerêkayê hatine xwarin.

Tevî ragihandina zivirîna dorpêçên ragirtî li ser rejîma Îranê yên di girêbesta “Bercam”ê ji aliyê Amerîkayê ve, hejmarek ji welatên Ewropayê ku digel Amerîkayê yekgirtî ne, dijî wê biryara Amerîkayê rawestan.

Amerîka di rêketa 21ê August 2020an de, tevî tawanbarkirina rejîma Îslamî ya Îranê bi binpêkirina girêbesta “Bercam”ê, daxwaza zîvirandina wan biryarên ragirtî yên dorpêçên li ser Îranê ji Şwraya Ewlehî ya Navnetewî kiribû.

Rejîma Îranê bi micidî hewl dide ku xwesta rêberên rejîmê bo bidestveanîna çeka navikî û piştevanî ji tereorîzma dewletî û navnetewî, perdepoş bike û daye xuya ku heta bi nirxa jinavbirîna welat û xelkê Îranê jî be, dê wan kiryarên xwe bidomîne.