
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Îranê, got, Amerîka bo qutkirina pêwendiyên di navbera Îranê û Îraqê de, givaşan dixîne ser Îraqê.
“Mihemed Cewadzerîf” Wezîrê Karê Derve yê Îranê, di gotûbêja digel kanaleke Îraqî de ragehand, pêwendiyên di navbera Îraq û welatên din de, tu pêwendiyek ji me ra tune ye, ewa ku ji bo me girînge pêwendiyên me digel Îraqê ye, ku em çavan dikarin ji Îraqê re bibin hevkar, derheq baştirkirina rewşa xelkên du welatan, û herwisa rewşa ewlehiya herdu welatan di deverê de.
Navbirî got, em Îraqê wekî stoneke ewleh li deverê dizanin, û em li ser vê baweriyê ne ku, bi bê Îraq ew deverane bê barmte ye, û pêwendiyên Îraqê yên digel welatên din tu pêwendyek ji me ra tune ye, ew Amerîkaye ku dixwaze givaşan bixîne ser Îraqê, da ku pêwendiyên cîranbûnê digel Îranê tu ne be.
“Mihemedcewad Zerîf” di heyama çend rojên borî de, dev ji karê xwe berdabû, û ew di demekê de ye ku, rewşa aboriya Îranê aloze , û herwisa du sebebên din yên navxwiyî û derve jî sedem darin.
Her di vê pêwendiyê de jî, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî “Mike Pompeo” bêdeng nebû, û li ser rûpela “Twittera” xwe nivîsîbû, ew Zerîf û Hesen Rohanî pêşengên mafyayî yên olî ne, û em dizanin hemû biryar di destê Xamine`î de ne.