Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Givaştinên xwe bo ser rejîma Îranê zêdetir dike

12:37 - 21 Gulan 2020

Wezîrê Navxweyî yê Îranê Abdulriza Rahmanî Fazli

Wezareta Xezîne ya Amerîka yê ragihand ku:  Roja Çwarşemî yê dorpêç xiste ser Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdulriza Rahmaniyê Fazli û ew bi binpêkirina mafên mirovan sûçdar kir.

Amerîka ragihand ku fermanên wezîrê navxweyî yê Îranê danî, bibûne sedema tûndûtîjîyê li dijî xwenîşendanên Payîza derbas bûyî.

Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de ragihand ku bi fermana Fazlî, di meha Mijdarê de hêza kûjer li dijî xwenîşanderan bi kar hatiye ku di encamê de bi Sedan kes hatne kuştin ku bi kêmî ve 23 zarok jî di nav, xwenîşanderan de hatibûn kûştin.

Hikûmeta Amerîkî roja Çwarşemî  12 karbidestên payebilinde rejîma Îranê xistne ber dorpêçan ku evin:

-Husêyn Eşterîferd, Fermandê hêzên Intizamiye Komara Îslami

-Ebdulriza Rehmaniyê fezlî, Wezîrê Navxwe

-Mihemed Elî nûrînejad, Cêgirê Hêzên Intizamî,

-Hemîdriza Eşraq, Cêgirê yasayî û karê meclisê ye taybet bi hêzên Intizamî

-Habîl Derwîş, elaqedar bi binyada alîkariya hêzên Intizamî

-Muhsin Fethîzade, serokê saziya Hifazet û Îtla`ata hêzên Intizamî

Yehya Mehmûdzade, Cêgirê pilanrêjî û bûdca hêzên Intizamî

-Hesen Şahverpûr, Fermandê Sipaha Welîesr

-Eyûb Silêmanî, Cêgirê berê yê Fermandê hêza Intizamî

-Serok û karbidestên Hepsa navendî a Tehrana Mezin

Hêza Intizamiye Komara Îslamî

-Serok û deshilatdarên Hepsa Qerçekê

Gorî vê biryara nû ya Amerîka, hemî sermayê li Amerîka yên kesên di lîsta reş de tête bilûke kirin û peywendiya Amerîkîyan digel wan bi giştî qedexe dike.