
Kurdistanmedia: Amerîka girûp û kesên ku bo dewr lêdana dorpêçên lidijî Îranê alîkariya wê rejîmê dikin, ceza dide.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 27`ê Reşemehê(18`ê Adara 2019`an) “Alexander Gorge” temen 77 salî ku, li Çileya Paşîn a 2018`an, bi tohmeta firotina alavên balafirên şer bo rejîma Îranê hatibû desteserkirin, bi 2 sal hepis hate cezakirin.
“AlexanderGorge” alavên balafirên şer yên bi navê “MIG û F4” yên Amerîka û Rûsiyayî, ji aliyê çend kompaniyayên coda bi awayekî veşartî ji rejîma Îranê re difirot.
“Alexander Gorge” xelkê welatê Birîtaniyayê ye, û bi tohmeta firotina alavên, balafirên şer bo rejîma Îranê, ji aliyê Amerîkayê, 2 sal heps hatiye cezakirin.
Salane çendîn hevwelatiyên Îranê ku, piraniya wan nasnameya herdu welatan hene, bi tohmeta kirîn û firofina hewcehiyên leşkerî bo Îranê, û herwisa binpêkirina dorpêçan, ji aliyê welatên Rojavayî ve, têne desteserkirin.
Wezareta Berevaniyî a Amerîkayî, di vê pêwendiyê de, tekez kiriye ku, Spaha Qodis a terorîst, li rêya destûpêwendiyên xwe, li hewla dewr lêdana dorpêçên aborî de ye.