Amerîkayê hejmarek ji berpirsên leşkerî û ewlehî yên rejîma Îranê bi sedema binpêkirina mafê mirovî, xistine nav listê tehrîman.
Roja Sêşemî 7ê Kanûna Pêşîn, Wezareta Xezînedariya Amerêkayê hejmarek ji fermandeyên payebilind ên ewlehiya Îranê û herwisa çendîn fermandeyên Spaha Pasdaran a terorîst û hêza Întizamiya serkutker û berpirsên çendîn girtîgehên rejîma Îranê xistine nav lîstê tehrîman.
Ew kesên ku ji aliyê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ve hatine tehrîm kirin wiha ne: “Berpirsê Saziya Besic “Xulamriza Silêmanî”, Fermandeyê Tîpa Yekem a Emîrelmuiminîn “Riza Mûsewî E`izemî”, jêpirsên Sapahê “Elî Himmetiyan û Mesûd Sefderî”, Fermandeyê “Yêgana Wîje” “Hesen Keremî”, Berpirsa Girtîgeha Qerçek “Soxra Xudadadî, Fermandara Qel`e Hesenxan “Leyla Wasiqî”, Fermandeyê Hêza Taybet a “Pasdarên Wilayetê” “Muhsin Îbrahîmî”, Fermandeyê Biryargeha Quds ya başûrê rojavayê hêza bejayî ya Spaha Pasdaran “Mihemed Keremî”.
Herwisa Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, yekeya taybet ya hêza Întizamî ya bi navê “Nopo”, Rêkxirawa “Hêza taybet a Pasdarên Wilayet” ya hêzên Întizamê û girtîgeha navendiya Îsfehanê û herwisa girtîgeha Zahidanê digel “Yêgana Wîje” ya hêza Întizamê xistine nav listê dorpêçan.
Îtirafên bi zorê ên di bin îşkenceyan de û bê hebûna parêzer, yek ji kiryarên hov ên rejîma Îranê ye ku “Dezgeha Dad” wan kiryaran înkar dike.