Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka heyamê rewşa awarte bi dijî Îranê dirêj kir

12:30 - 13 Adar 2020

Serkomarê Amrîka, di fermanekê de, heyamê rewşa awarte ya netewiya Amerîka bi dijî Îranê, bo saleke din, dirêj kir.

“Donald Tiramp” di fermeneke nû de, bo Kongireya Amerîka, bi tekezkirin li ser rewşa awartebûna peywendiyên rejîma Îranê, digel Amerîka, rewşa awarte ya wî welatî derheq welatê Îranê, bo salaleke din dirêj kir.

Li ser dirêjkirina heyamê  rewşa awarte di wê fermana “Donald Tiramp” de, bas ji wê yekê hatiye kirin ku hêj, rewşa di navbera rejîma Îranê û Amerîka yê, heya niha, asayî nebûye.

“Donald Tirump” gotiye: “Cehd û siyasetên rejîma Îranê, berdewam bo asayîşa netewî, siyaseta derve û aboriya Amerîka, gefeke cihê tirsêye”.

Biryara “12170” a Amerîka, 10 rojan piştî êrîşa xwêndkarên tundajo yên “peyrevên Xettê Xumeynî” ku êrîşî li ser balyozxaneya  Amerîka kiribûn û karmendên wê bi barmite girtibûn, hatibû dan.

Li sala 1979`a zayînî, beranber 1357`a rojî, Serkomarê wê demê yê Amerîka,“Cîmî Kartêr”, derheq rejîma Îranê ve, rewşa awarte ragihandibû û ew rewş, piştre, ji aliyê hemû Serkomarên Amerîkayê ve, hatiye dirêjkirinê.

Ew dorpêç, ku Amerîka di serdemê Serkomariya “Cîmî Kartêr” de, bo cara yekem dijî rejîma Îranê, erê kiribû, rêgirî ji çalakiyên rejîma Îranê, di welatê Amerîka yê de, kiriye.